Haydar Şahin
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Serîlêdanên ji bo pêşbaziya teknolojiyê ya ku ew ê di çarçoveya TEKNOFESTa Festivala Teknolojî, Feza û Hewadariyê da were lidarxistin hetanî 28ê sibatê dewam dikin.
Kelecaniya TEKNOFESTa festivala herî mezin a 2yan ya dinyayê ya ku Ajansa Andoluyê "Şirîkê Ragihadina Global" e dîsa dest pê dike.
TEKNOFESTa bi dirûşmeya Hemleya Teknolojiyê ya Neteweyî derkete rê bi piştgiriya Weqfa Taxima Teknolojiyê ya Tirkiyeyê, Wezaret Pîşesazî û Teknolojiyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, saziyên sereke yên teknolojiyê, saziyên dewletê û zanîngehan tê lidarxistin.
Hedefa TEKNOFESTê ew e ku di nav civakê da balê bikişîne ser zanist û teknolojiyê, di qadên zanist û endezyariyê da pisporan perwerde bike. Di TEKNOFESTê da ji bo piştgiriyê bidin xebatên li ser teknolojiyê yên ciwanan di 19 kategoriyan da pêşbazî tên lidarxistin.
- Pêşbaziyên wesayîta difire, wesayîta bêmirov û roketan
Pêşbazî ji bo xwendekarên dibistana navîn, lîse û zanîngehan tê lidarxistin û di pêşbaziyê da kategoriyên wekî wesayîta difire, wesayîta bêmirov, roket, sîstemên bêmirov ên binê avê, teyareyên bêmirov hene.
Di çarçoveya TEKNOFEST 2019ê da ew ê di kategoriyên Dîzayna Wesayîta Difire, Ji Bo Mekanên Hişmend Hackathon, Sîstemên Bêmirov ên Binê Avê, Roketan, ÎHAyên Şer, Fetîh 1453ya Robotîk, Hişmendiya Xeyalî, Dîzayna Kompresorên Radyal ên Jet, ÎHAyê, Teyareyên Bêmirov, Peyka Model, Efficiency Challenge, Robotexsî, Teknolojiya Ji Bo Feydeya Mirovahiyê, Robotîk, Dîzayna Motorên Turbo Fan, HackÎstanbul, Travel Hackathon, World Drone Cup û Take Offê da pêşbazî werin lidarxistin.
- Îsal serîlêdanên ji dervayê welêt jî tên qebûlkirin
Taximên bi ser bikevin ew ê 2 milyon lire xelat bistînin. Serîlêdan hetanê 28ê sibatê li ser www.teknofestistanbul.orgê dewam dikin. Xêncî xelata peretî ew ê piştgiriya amûran û şêwirmendiyê jî bidin taximên pêşbaz.
Îsal ne bi tenê ji Tirkiyeyê ji dewletên biyanî jî serîldanên taximan tên qebûlkirin. Par ji 83 welatan veberhênerên teknolojiyê û ji 24 welatan jî karkerên komsipî, ji 25 welatan jî pêşbazên droneyan beşdarî TEKNOFESTê bibûn.