Rejima Esed û DEAŞê li Îdlibê 3 hezar kîlomêtreqare bi dest xist
ÎDLIB/ANKARA (AA) - Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û DEAŞa rêxistina terorê bi êrîşên esmanî yên Rûsyayê va di nav 3 mehên dawîn da li başûr û başûrê rojhilata Îdlibê 3 hezar û 35 kîlomêtreqare ax bi dest xist.
Rejimê di cotmeha 2017an da li rojhilata Hamayê ji herêma Hunayfîsê ra ji terorîstên DEAŞî ra rê vekiribû û destûr dabû ku derbasî Îdlibê, deverên ku di kontrola mixalif û komên çekdar ên dijî rejimê ne, bibe. 05 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018