Önder Beyter
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ANKARA
Warêla nefta Brent di roja yekemîn a hefteyê da di piyaseyên navneteweyî da bi 67,47 dolarî tê firotin.
Bihayê warêlê nefta Brent ku roja înê di ser 66,28 dolarî ra dest bi rojê kir û di nava rojê da jî derket ser asta 67,35 dolarî, îro serê sibê bi 67,27 dolarî va dest pê kir. Warêlê neftê ji saet 09.30î pê va ji sedî 0,29 rabû û di ser 67,47 dolarî ra miemeleyê dibîne. Di heman kêliyê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî di ser 63,83 dolarî ra hat firotin.
Îdareya Enformasyona Enerjiyê ya Amerîkayê diyar kir ku stoqên wan ên nefta xam hefteya çûyî 1,6 milyon warêl (ji sedî 0,4) kêm bû û bejêrî 420,5 milyon warêlî bû. Di piyaseyan da jî dihat çaverêkirin ku stoq 1,8 milyon warêl zêde be.
Herwiha li Amerîkayê di serdema 17-23yê sibatê da kûleyeke nû ya sondaja neftê vebû û bi vî hawî hejmara kûleya sondaja neftê derket 799an.
Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Xalid el-Falih roj înê diyar kiribû ku êdî di piyaseyên neftê da hevsengî çêbûye û herwiha stoqên neftê wê îsal jî berjêr bin.