Ebru Şengül Cevrioğlu
02 Gulan 2023•Rojanekirin: 03 Gulan 2023
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 79,66 dolarî tê firotin.
Warîlê nefta brent ya duh di asta 79,31 dolarî da roj temam kir, îro serê sibê ji saet 09.07an pê va ji sedî 0,25 şikest û bû 79,11 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 75,46 dolarî hat firotin.
Di daketina bihayan da nediyariyên di warê polîtîkaya pere da yên ji bo serdema bê ya ku Bankeya Navendî ya Amerîkayê (Fed) dê sibê ragihîne û her wiha daneyên qels yên ji Çînê tên, bi bandor bûn.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 80,33 û 81,34 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 78,22 û 77,12 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.