Ji wezaretê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û diyar kirin ku ji Projeya Pêşketina Diyarbekir- Batman-Sêrtê ya ku bi teşebusa Wezîrê Xurek, Ajalvanî û Çandiniyê Mehdî Eker dan destpêkirin, berhemên xwe yên ewil da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi vê projeyê 50 gundî ji piştgiriya hîbeyê sûd wergirt û ji bo 50 hezar kesî derfeta kar derket. Li cihên ku proje tê tetbîqkirin ji bo belavkirina fêkîfiroşiya modern li 3 bajaran li ser 6 hezar û 224 donimî 483 baxçeyên fêkiyan hatin avakirin.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Bi tetbîqkirina projeyê li Batmanê fêkiyên cuda hatin hilberîn. Li Sasonê şûna titunê çîlek hat çandin. Bi projeya ku Wezîr Eker bi xwe pê re eleqedar dibe, li Batmanê di 216 dekaran de 51 baxçeyên çîlekê hatin avakirin. Par rêjeya hîbeyê derxistin ji sedî 70yî û bi vî awayî jimara baxçeyên çîlekan ên li Sasona navçeya Batmanê derket 143yan."
- Armanc îxraca li Rojhilata Navîn e
Di daxuyaniyê de gotin ku li Başûrê Rojhilatê cara ewil e ku hilberîna çîlekan belav dibe. Hat diyarkirin ku enstîtuyên zanîngehan li Sasonê şitlên çîlekan ên nû diceribînin.
Dan zanîn ku armanca hilberên Sasonê ew e ku di serî de Iraq bi Rojhilata Navîn re îxracatê bikin.