Türkan Tosun
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
BATMAN
Bi saya "Projeya Xeleka Qenciyê" ya ku ji hêla Qaymeqamtiya Sasona Batmanê tê rêvebirin cil û bergên xêrxwazên di asqiyan da têne daliqandin, li feqîran tên belavkirin.
Midûra Navenda Piştgiriya Malbatê ya Qaymeqamtiya Sasonê Zuhre Avciyê daxuyand armanca projeyê ew e ku welatiyên debara wan baş in cil û bergên xwe, sol û alavên xwe yên ku naxebitînin bi asqiyên li qadekê hatine amadekirin va daliqînin ku ew van tiştan bigîhînin kesên hewcedariya wan pê heye.
Avciyê got xeleka qenciyê di navbera welatiyên feqîr û dewlemend da bûye pireyek bi saya welatiyên hesas di nav demeke kin da alîkariya gelek welatiyên hewcedariya wan bi alîkariyê heye hatiye kirin.
Avci wiha axivî: "Em malbatên hewcedariya wan bi van tiştan hene vedixwînin vê derê û dibin alîkar ew kinc û eşyayên hewcedariya wan heye hildin. Bi saya vê projeyê destê dide, destê hildide nabîne. Em bendê ne ku welatiyên me yên debara wan baş e piştgiriyê bidin vê xeleka qenciyê."