Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz
25 Hezîran 2022•Rojanekirin: 28 Hezîran 2022
Li bajarê Sêrtê ku bêderê bi govendê dest kir û tê payîn ji 305 hezar dekarî 125 ton genim bê rakirin.
Li Deşta Xerzanê ya ji deverên girîng ên genim lê tê ajotin yek e bi hatine wexta bêderê merasimeke bi navê Roja Bêdera Genim hat organîzekirin.

Merisim bi beşdarbûna cotkarên li gundê Saîpbeyliya ser navçeya Kurtalanê hat kirin û makîneya çinînê dest bi bêderê kirin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Ergun Demirhan axivî û got ku di genim û nîsk da ew li bendê ne bereketa îsal gorî salên borî gelekî zêde be û wiha domand: "Demirhan got ku bêder wê heta 15ê Tîrmehê dewam bike û wiha domand: "Bi qasî 305 hezar dekar zevî hat ajotin û jê 125 ton genim tê payîn."

Serokê Odeya Ziraetê ya Sêrtê Huseyîn Gunbat jî got ku ew di 20 salên dawîn da li benda rekolteya herî zêde ne û wiha domand: "Îsal di genim û nîsik da wê rûyê cotkaran geş be. Sala par zehmet bû û ji ber hişkayiyê cotkarên me zirar dîtin lê îsal şikir rewş baş e."
Ji cotkaran Gazanfer Toprak jî got ku bi bêdera îsal ew hêvî dikin ber û bereket zêde be û her sal dahat xweş be."