SİİRT
Li Sêrtê ji ber çalakiyên bêdestûr 138 kargeh, 4 wesaît û 4 mal hatin talankirin û şewitandin. Çalakvanan zirar dan 9 dibistan, 4 navenda tenduristiyê û nexweşxaneyekê jî.
Alîkarê Waliyê Sêrtê Bahadir Yoruk diyar kir piştî çalakiyan komisyonek ava kirin ku cihên zirar ditîne tesbît bikin û di vê çarçoveyê de jî li bajêr xebatên komîsyonê didomin.
Yoruk daxuyand ku bi tenê li navenda bajêr 2 milyon û 550 hezar lire zirar tesbît kirin û texmîn dikin komisyon dê sibê xebatên xwe temam bike.