Haydar Şahin
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
ERZURUM
Li Erziromê congeyê sîmental ê ku tonek û 170 kîlo dikişîne anîn meydana dêwêr û bi 19 hezar lireyî hat firotin.
Li Erziroma ku ji bo heywandariya li Tirkiyeyê zehf girîng e ji ber ku ji Eyda Qurbanê ra hindik ma heywandar heywanên xwe tînin meydana li Ezîziyeyê û ji bo qurbanê difroşin.
Congeyê tonek û 170 kîloyî dikişîne yê Şerafettîn Agirbaşê ku heywanên xwe anîbû meydanê eleqeyeke mezin dît.
Congeyê sîmental ê ku Agirbaş ji Kayabaşiya taxa Koprîkoyê anîbû bi qasî demekê li meydanê heywanan sekinî. Congeyê ku bi 20 hezarî derxistin firotinê piştî bazariyeke dirêj bi 19 hezar lireyî hat xêrkirin.
Agirbaşi heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 35 sal e heywandariyê dike.
Agirbaş diyar kir ku sala par di Eyda Qurbanê da heywanên xwe biribû Stenbolê, îsal ji ber ku hejmara heywanên wî hindik e anî meydana Erziromê.
Agirbaş got di xwedîkirina congeyê ku firot da zehmetî nekişand û wiha pê da çû: "Min congeyê 3 salî çaxê 8 mehî bû kirî. Ji sala par vir da min di axil da xwedî dikir û qet dernexiste derva. Me bi yêm, fîg û ceh va xwedî kir. Di rojê da 20 kîlo yêm dixwar."