İbrahim Atmaca
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Bihayê grama zêr li gor duh ji sedî 0,06 zêde bû û bi 144,6 lireyî tê firotin.
Bihayê grama zêr duh di navbera 144,1-145,5 lireyî da diçû û dihat û herî dawîn ji sedî 0,5 kêm bû û roj bi 144,5 lireyî temam kir. Grama zêr îro ji saet 09.40î pê va ji sedî 0,06 zêde bû û bi 144,6 lireyî tê firotin. Di heman deqîqeyan da li Bazara Sergirtî çaryek 238, zêrê Cumhuriyetê bi 968 lireyî tê firotin.