Nihat Kavşut
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ANKARA
Meha adarê Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) mehane ji sedî 0,99 û Endeksa Bihayê Hilberîneran ya Nav Welêt (YÎ-UFE) ji sedî 1,54 zêde bû.
Bihayê serfkaran ya enflasyona salane ji sedî 10,23 û bihayê hilberîneran ya nav welêt bû ji sedî 14,28.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê(TUÎK) meha adarê li gor 12 mehî bihayê serfkaran ji sedî 11,14 û bihayê hilberîneran ya nav welêt ji sedî 15,35 zêde bû.
Mehane jî TUFE ji sedî 0,99 û YÎ-UFE ji sedî 1,54 zêde bû.
Wek mayîn meha adarê herî zêde ji sedî 54,57 bihayê gulkelemê zêde bû û herî zêde ji sedî 13,42 jî bihayê xiyaran kêm bû.