Önder Beyter
01 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Li Meletiya ku ji sedî 85ê mişmişê hişkirî yên dinyayê lê tê hilberîn, armanc ew e ku îxracat derkeve 500 milyon dolarî.
"Mişmişê Meletiyê" ku piştî "peqleweya Entabê" û "hêjîrê Aydinê" berheman sêyemîn e ku ji Yekîtiya Ewropayê nîşaneya erdnîgariyê wergirt, sezona çûyî (1ê Tebaxa 2019 - 31ê Tîrmeha 2020an) bo 115 welatan hat îxrackirin û 252 milyon û 661 hezar dolar dahat hat bidestxistin.
Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê Ramazan Ozcan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di bihayên mişmişê hişkirî da zêdebûneke berbiçav heye.
Ozcan bal kişand ku îsal ji bo hilberînerên mişmişê, saleke girîng e û wiha dewam kir:
"Me timî digot ku sala 2020an dê bibe sala mişmişan. Em gelekî sipasiyên Serokomarê me, Wezîrê me yê Çandiniyê Bekir Pakdemirli û parlamenterên me yên mensûbên îqtidarê dikin. Hilberînerên me niha ji bihayên mişmiş û dendikên wê memnûn in. Sezona çûyî kîlograma dendikê biqalik 4 lire bû, niha jî 4,5-5 lire ye. Di bihayên mişmişên hişkirî da jî li gorî sezona çûyî bi qasî sedî 100 zêdebûn heye."
Ozcan her wiha bal kişand ku bihayê mişmişê hişkirî yê organîk di navbera 30-35 lireyî da ye ku ev reqam gelekî baş in û wiha dewam kir, "Em dixwazin van reqaman bilindtir bikin û reqamên xwe yên îxracatê ji 250 milyon dolarî derxin 500 milyon dolarî."