Abdullah Tel
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) ya ku yek ji projeyên herî girîng ên dinyayê didome û di çarçoveya vîzyona GAPê da ji sedî 90ê Bendava Ilisûyê û ji sedî 50yî Bendava Silîvanê ya ku li ser Çemê Dîcleyê tên çêkirin hatine temamkirin.
Serokê Îdareya Pêşketina Herêma GAPê Sadrettîn Karahocagîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di nav veberhênaniyên sereke yên GAPê da projeyên avdan û vejenê tên.

Karahocagîl bibîr xist ku li herêmê biçûk mezin nêzî 15 bendav hatine temamkirin û çêkrina 7 bendavan jî dewam dike.
Serokê Îdareya Pêşketina Herêma GAPê Karahocagîl ragihand ku Bendava Ilisûyê ya di nav sînorê Şirnex û Mêrdînê da cih digire, li ser Çemê Dîcleyê tê avakirin û bi dehan carî rastî êrîşa terorîstên PKKya rêxistina terorê hat digel hemû astengiyan li ber qedandinê ye.

Di axaftina xwe da Karahocagîl got ku dema Bendava Ilisûyê biqede bi qasî 1,5 milyar lîra wê xêr û kêra wê bigihîje aboriya welêt.
Ji Bendavên di çarçoveya projeya GAPê da li herêmê tên avakirin yek jî Bendava Silîvanê ye û ew piştî Bendava Ataturkê ewê bibe bendava herî mezin a avdanê ye herêmê.
Karahocagîl destnîşan kir ku dema Projeya Silîvanê bê temamkirin wê li Diyarbekirê ji 100 hezar hektarî zêdetir ax bê avdan û dahata ji çandiniyê jî dê du qat zêde bibe. Bi saya projeyê herî kêm 300 hezar bibin xwedî kar û bi bergîdana 1,2 milyar lire jî bi kêrî aboriya welêt bê.