Fatih Gazioğlu
24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
Bihayê grama zêr bi zêdebûnê dest bi rojê kir û niha di asta 239,7 lireyî da tê firotin.
Duh ji ber tesîra kêmbûnê bihayê grama zêr jî daketibû û di nava rojê da jî ji sedî 0,12 kêm bû û roj bi 238,5 lireyî temam kir.
Zêr îro bi zêdebûnê dest bi rojê kir û ji saet 09.45an pê va sedî 0,50 zêde bû û niha 239,7 lireyî tê firotin.
Li Bazara Mezin zêrê çaryek bi 391 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.602 lireyî tê firotin.
Bihayê onsa zêr a ku niha di bazarên Asyayê da rastî muemeleyeke negatîf tê sedî 0,15 kêm bû û niha bi 1.270,33 dolarî tê firotin.