Türkan Tosun
22 Nîsan 2019•Rojanekirin: 23 Nîsan 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 73,70 dolarî tê firotin.
Warêla nefta brent roja pêncşemê heta 72,11 dolarî zêde bûbû û rojê 72,03 dolarî girtibû. Îro jî warêla nefta brent ji saet 09.13an pê va ji sedî 2,31 zêde bû û bû 73,70 dolar. Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 65,48 dolarî hat firotin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo wê daxuyaniyekî bide û bibêje muafiyeta îtxalata neftê ya ji bo 8 welatan yên ji ber mueyîdeyên li hemberî Îranê bû bê rakirin. Pispor dibêjin ev gava Amerîkayê bû sedem ku bihayê neftê zêde bibe û di demeke kin da ev zêdebûn wê dewam bike.
Ji ber ku Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC), mueyîdeyên Amerîkayê yên li hemberî Îran û Venezuelayê û aloziya li Libyayê dibe sedem ku bihayê neftê dora 7073 dolaran da be.