Fatih Gazioğlu
25 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
Bihayê grama zêr bi zêdebûnê dest bi rojê kir û niha di asta 241,5 lireyî da tê firotin.
Duh ji ber tesîra zêdebûnê bihayê grama zêr jî zêde bûbû û di nava rojê da jî ji sedî 1,01 zêde bû û roj bi 241 lireyî temam kir.
Zêr îro bi zêdebûnê dest bi rojê kir û ji saet 09.30yî pê va sedî 0,21 zêde bû û niha 241,5 lireyî tê firotin.
Li Bazara Mezin zêrê çaryek bi 389 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.613 lireyî tê firotin.
Bihayê onsa zêr a ku niha di bazarên Asyayê da rastî muemeleyeke pozîtîf tê ji sedî 0,03 zêde bû û niha bi 1.275,33 dolarî tê firotin.