Türkan Tosun
29 Nîsan 2019•Rojanekirin: 30 Nîsan 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 71,72 dolarî tê firotin.
Warêla nefta brent duh heta 74,25 dolarî zêde bû û roj 71,69 dolarî girt. Îro jî warêla nefta brent ji saet 09.17an pê va ji sedî 0,04 zêde bû û bû 71,72 dolar. Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 62,83 dolarî hat firotin.
Serokê Aemrîkayê Donald Trump roja înê gotibû wî bi Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) ra xeber daye ku hilberînê zêde bikin û wiha dewam kiribû: "Min ji OPECê ra telefon kir û got 'divê hûn bihayê neftê kêm bikin'. Waye niha bihayê benzîn kêm dibe."
Di piyasaya kurewî da hêvî heye ku OPEC hilberîna neftê zêde bike. Ji ber vê hêviyê jî biha kêm dibe.