Muhammet Kurşun
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
HEWLÊR
Hat ragihandin ku piştî deriyê sînorî yê navbera Herêma Kurdistan û Îranê Perwêzxan, Hacî Omeran ku dikeve sînorê Hewlêrê jî vebû.
Li gor malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêveberê Giştî yê Têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê Ebdullah Akreyî ragihand ku deriyên sînorî hatine vekirin.
Akreyî li ser mijarê ev agahî parve kirin:
"Berpirsên Îranê bo me ragihandin ku deriyên sînorî Perwêzxan û Hacî Omeran tên vekirin. Perwêzxan û Hacî Omeran halê hazir hatine vekirin."
Akreyî got dê wek berê çûnûhatin li herdu deriyan jî çêbibe.
Berpirsê Deriyê Sînorî Perwêzxan Aram Sayexan jî gotibû: "Îro berpirsên Komara Îslamî Îranê em agahdar kirin ku deriyê sînorî hatiye vekirin. Herwiha danûstendina bazirganî û seredana geştiyaran jî asayî bûye. Deriyê sînorî dê wek berê çalak be."
Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Îranê 15ê Çiriya Pêşîn deriyên sînorî yên Başmax, Perwêzxan û Hacî Omeran girtin.