İbrahim Atmaca
11 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Ji bo îdxalata kartolan heta 200 hezar tonî bac wê neyê standin. Îdxalata kartolên ku baca wan a gumrikê hat rakirin wê heta 20ê nîsanê were kirin.
Teblîxa li ser rakirina baca gumrikê ya kartolan a Wezareta Bazirganiyê û Biryara Serokomar a li ser mijarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.
Li gor biryarê di îdxalata kartolan da heta 200 hezar tonî bac wê neyê standin û ev terîfe wê heta 20ê nîsanê dewam bike.
Rê û rêbaz û serlêdana îdxalkirina kartolan bi teblîxa Wezareta Bazirganiyê va hat kifşkirin.