Deniz Çiçek Palabıyık
09 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2023
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek daxuyand ew ê destûrê nedin ku di nîşanbariya darayiyê ya kamuyê da xirabiyên mayînde çêbibin.
Şîmşek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û wiha got: "Em birînên erdhejê dipêçin. Em bendê ne ku îsal pereyên ji bo erdhejê tên xerckirin bigîhêje 761.7 milyar lireyî. Di vê çarçoveyê da li herêma erdhejê çêkirina 179 hezar avahiyan dest pê kir. Em plan dikin ku di nav salekê da 319 hezar avahiyan teslîm bikin."
Wezîr Şîmşek daxuyand armanca Pakêta Hevkariya Neteweyî ya li Meclisê hat axaftin ew e ku barê li ser budçeyê ya ku ji ber erdhejê zêdetir bûbû hinekî kêm bibe û got ev verastkirin ji bilî vê, wê piştgiriyê bidin kontrolkirina kêmasiya carî jî."
Şîmşek got wan di 2023yan da hin gavên ku tesîrê li ser 15,9 milyon teqawîdbûyiyan û 4,9 milyon xebatkarên kamuyê kir avêtiye û wiha dewam kir: "Ji bo teqawid û xebatkarên qamûyê me verastkirinên baş kirin. Li gorî dawiya 2022yan me kêmtirîn meaşê karmendan ji sedî 141,8, yê teqawîdbûyiyan jî sedî 114,3 zêde kir. Em ê kêmasiya budçeyê kontrol bikin. Em ê disîplîna darayiyê ji nû va ava bikin, û destûrê nedin ku di darayiya kamuyê da xirabiyên mayînde çêbibin. Em tevdîrên hewce dikin dibînin. Em ê ahenga polîtîkaya pere û polîtîkaya darayiyê dupat bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna Banqeya Navendî ya dijî enflasyonê. Em ê ferqa carî û prîma rîskê ya welêt daxînin."