İbrahim Atmaca
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
MUGLA
Rêya Lîkyayê 540 kîlomêtre ye û ji Fethiyeya navçeya Muglayê dest pê dike û heta Antalyayê diçe. Ev rê "li dinyayê di nav 10 rotayên meşê yên dirêj ên herî baş da ye". Ziyaretvan di vê rêya ku dîmenên wê bê hempa ne da dibin danasê dîrokê.
Rêya dîrokî bi menzereya Behra Mirî dest pê dike.
Li ser rê Geliyê Kelebekan ku li dinayayê tê nasîn, kendavên piçûk ên Kabak, Cennet û Korsanê heye. Piştî kendavên piçûk Bajarê Kevnare yê Letoonê ku wek paytextê dînî yê herêma Lîkyayê ye û di nav Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye tê. Letoon dikeve nav sînorên navçeya Seydîkemerê.
Ji Letoonê piştî meşeke 2 saetan Bajarê Kevnare yê Xanthos ku di nav sînorên Kaşa navçeya Antalyayê da tê. Xanthos ji ber ku di dîrokê da rastî îşxal û şeran hatiye wek "şehrê êş û azarê" tê zanîn û tê da him berhemên mîmarî yên beriya xiristiyaniyê him berhemên piştî xiristiyaniyê hene.
- Paytextê Lîkyayê: Patara
Li ser rê bajarên hezar salane yên wek Sdyma, Pyndai, Phellos, Apelia, Theimussa, İdyros, Antiphellos, Apollonia, Simenayê hatine avakirin. Ji Xanthosê piştî meşeke 4 saetan Pataraya paytextê herêma Lîkyayê tê.
Avahiya Meclisa Lîkyayê ku nîşaneya demokrasiya Lîkyayê û di dewra Helenîstîk da hatiye çêkirin jî li Patarayê ye. Patara bi şano û kolanên xwe va îhtişama dewra kevnare dide nîşan.
Ji Patarayê piştî meşeke nav siruştê şûnda Kaşa ku di zimanê Lîkyayê da wek Habessos tê zanîn tê.
Di navbera Kaş û Demreyê da jî Apollania (Kiliçli), Kekovaya ku qismek jê di bin avê da maye, Aperlai û Kaputaşa ku di nav plajên herî baş ên dinyayê da tên nîşandan hene. Li Demreyê jî Bajarê Kevnare yê Myrayê, Lîmana Andriake (Çayagzi), şanoya ku li herêmê ya herî mezin e û tê da 11 hezar û 500 kes cih dibe û nêzî şanoyê gorên zinar hene.
Myra wek bajarê Ezîz Nikolaos tê nasîn. Ezîz Nikolaos wek Noel Baba tê zanîn. Li bajêr di dewra Bîzansê da dêra ku li ser navê Ezîz hatiye çêkirin jî bala ziyaretvanan dikşîne.
Serokê Kulûba Îhtisasê ya Çiyagerî û Sporên Siruştê ya Lîkyayê Yildirim Beyazit Umurtag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di rêya Lîkyayê da xweşikahiyên wisa hene ku li tu derê dinyayê tunene.
Umurtag diyar kir, ji bo şiklê siruştî yê Rêya Lîkyayê xerab nebe, xweşikahiyên wê yên dîrokî dewam bikin û danasîna rê zêdetir bibe, ew dixebitin.
Tûrîzmkar û rêber Mustafa Olgun jî bajarên dîrokî yên li ser Rêya Lîkyayê paytextiya medeniyet û dînî kiriye û bûne bajarên bênderê.