11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
ANKARA
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî yê berê Çelik: "Komisyona miaşê herî kêm di 1ê kanûnê da dicive. Wê pêşniyaza hikûmetê were komisyonê. Miaşê herî kêm wê di 1ê rêbendana 2016an da bibe hezar û 300 lire."
Piştî hilbijartina giştî ya parlementeriyê ji bo parlementerên heyama 26an qeyd dewam dikin.
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî yê berê û Parlementerê Şanliûrfayê yê AK Partiyê Faruk Çelik ji bo kar û barên qeydê hat Meclisê û pirsên rojnamevanan bersivand.
Çelik li ser pirsa "Wê miaşê herî kêm çi çaxê bibe hezar û 300 lire?" destnîşan kir ku wê hikûmet hemû soz û qewlên xwe bi cî bîne û wiha got: "Komisyona miaşê herî kêm di 1ê kanûnê da dicive. Wê pêşniyaza hikûmetê were komisyonê. Miaşê herî kêm wê di 1ê rêbendana 2016an da bibe hezar û 300 lire."