05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelik der heqê êrîşa çeka kîmyewî ya rejima Bişar Esed a li dijî bajarokê Xan Şêxûnê yê Îdliba Sûriyeyê ku di encamê da bêtirî 100 sivîlî mirin da wiha got, "Ev êrîş ne bi tenê li dijî birayên li Sûriyeyê ye, nemerdên ku di vê êwr û serdemê da ev çeka kîmyewî emilandin, ev kiryara xwe li dijî hemû mirovahiyê pêk anîne."
Çelik di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Şanliurfayê da li navçeya Xelîliyeyê ligel ciwanan civiya û di axaftina xwe ya li vir da diyar kir ku çeka kîmyewî, êrîşeke pir giran û xedar e ku dibe sedema mirina bi hezaran însanî.
Çelik diyar kir ku di êrîşa çeka kîmyewî ya li Sûriyeyê da bi dehan zarok mirin û ji ber hindê ew gelekî li ber xwe dikeve û li hemberî qetlîamê mirov ji xwe şerm dike û wiha pê da çû:
"Însanên li ciyê ku bi çeka kîmyewî êrîş kirinê ka wê biçin kuderê, wê derdê xwe ji kê ra bêjin, wê li ser kê da bigirîn. Li vê dinyaya bêmerhemet ka wê kê li hemberî van nemerdên xaîn ku qaşo dahata wan a neteweyî 50, 60 hezar dolar e û çavê wan ji xeynî pereyê kaxiz tiştekî din nabîne, hembêza xwe veke? Wa ye ev welatê ezîz heye. Ji ber hindê tengasî û pirsgirêkên me hene, rast e. Lêbelê dema însan vê qetlîamê dibîne, mirov ji xwe şerm dike."
Wezîr Çelîk diyar kir ku li ser axa tirk tovên şaristaniyê hatin çandin û ji ber hindê miletê tirk baş dizane ka şaristanî û şewqet çi ye.