ANKARA
Kongreya Webîtê dê li 6 û 7ê cotmehê li Navenda Kongreyan ya Halîçê bê lidarxistin. Di nav kesên ku serî li Kongreya Webîtê ya Gerdûnî ya ku Anadolu Agency (AA) sponsoriya wê ya çapemeniyê ye, dan de bi hezaran birêvebirên saziyên mezin yên telekomînîkasyon û teknolojiya dijîtal yên 103 welatan hene. Dê ji 8 hezaran zêdetir beşdar, 250 axaftvan beşdarî kongreyê bibin û dê di kongreyê de 6 çalakiyên girîng û fuara bazirganiyê jî cî bigire.
Damezrîner û Serokê Foruma Gerdûnî Plamen Russev got ku beşdarbûna gelek mûteşebîs, nûnerên bazara telekomînîkasyon û teknolojiya dîjîtal yên ku herî zêde tê naskirin, gelekî xweş e.
Li gor lîsteya ku di malpera "http://webitcongress.com/en/profile/featured_attendees" ya kongreyê de het weşandin, nûnerên Yandex, IBM, Google, Spotîfy, Facebook, Lenovo, Nokîa, OMD, Havas, Medîabrands, Qualcomm, Pentagram, Joulîe, aol, Unîlever, Accer, Effectîve Measure, Lakestar, Almaz Capîtal, BBC û El Cezîreyê di nav beşdaran de ne.
Di çarçoveya kongreyê de dê rûniştinên wek " Konferansa Înovasyon û Bazarkirina Dijîtal, Konferansa Lîderên Dahatûyê, Lûtkeya Telcoyê (tenê ji bo vexwendiyan), Konferansa e Tîcaretê" dê bên kirin.
Di Konferansa Înovasyon û Bazarkirina Dijîtal de dê li ser mijarên wek bandora civakî ya marqeyan, dewra mobîl bisekinin. Di Konferansa Lîderên Dahatûyê de dê li ser mijarên wek faktorên serkeftinê û pêşbirina kar, stratejî pereyîbûn û rêwaziyan bisekinin.
Di Lûtkeya Telcoyê ya ku dê tenê vexwendî beşdar bibin de jî mijarên wek dahatûya endustriya telcoyê û bajarên baqil û pêwendîdar cî digirin. Di Konferansa e Tîcaretê de jî dê mijarên wek takekeskirin û stratejiyên kirîn û firotinê, tecrûbeyên serfkaran bên parvekirin.
Birêvebira Kongreya Webîtê ya Gerdûnî Anîela Russeva got ku em bi biryar in ku Webîtê bikin platforma herî mezin ya ji bo têkiliyên navneteweyî yên di navbera saziyên e Tîcaret û telekomînîkasyon û tenolojiyên dijîtal yên li Amerîka, Avrupa, Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê. Ji ber vê yekê em hewl didin ji bo têkiliya B2B û armancên ji bo serkeftina kar, derfetên herî baş bi dest bixin.
Ji çar aliyê cîhanê dê ji 300î jor endamên çapemenıyê, gelekî nasîner û sponsor Kongreya Webîtê ya 5emîn temaşe bikin. Hûrguliyên kongreyê di navnîşana www.webitcongress.comê de cî digirin.