Haydar Şahin
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
VAN
Li Başqeleya navçeya Wanê di minîbêsekê da tonek û 520 kîlo çaya qaçax hat girtin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Çamlikê di dema kontrolkirina rê da li ser şikê minîbêsa bi pîlaqeya 65 BD 403 dan sekinandin û lê geriyan.
Di lêgerînê da tonek 520 kîlo çaya ku hat tesbîtkirin qaçax e hat girtin.
Ajokar A.D. û B.P.yê pê ra hatin binçavkirin.