Necmettin Karaca
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 13 Sibat 2025
Li Erdîşa navçeya Wanê li Kanyona Koçkopruyê bi tesîra sir û seqemê şembelûk çêbûn.
Kanyona 12 kîlometre dûrî navçeyê, salê çar demsal xweş e.
Kanyona ku bi tesîra sermayê şembelûkê cemedê lê çêbûn, hezkiriyên wêneyan ezimand.
Wênegirên ku di kanyonê da geriyan, wêneyên devera şembelûk lê çêbûne, kişandin.
Wênegirê siruştê Ferzende Coşar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li herêmê ji xeynî kanyonê, gelek sûlavên piçûk û mezin jî cemed girtine.
Coşar destnîşan kir ku hewa pir sar û wiha dewam kir, "Bejna şembelûkan qedera 15 metreyan e. Dîmeneke pir newaze derketiye holê. Em herkesî dawetî vir dikin. Kanyon hêjayî dîtinê ye."