Midûriya Ewlehiyê yê Wanê da zanîn ku hin nûçeyên ku di hin şaxên çapemeniyê de cî digirin û dibêjin ku hêzên ewlehiyê mudaxeleyê "Mitînga Newrozê" ya li Kultur Parkê kirin, rast nînin.
Midûriya Ewlehiyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku 40-45 hezar kes beşdarî mitîngê bûn û mitîngê bêbûyer destpê kir, lê belê pişt re komeke ku ji 150-200 kesî pêk tê ji beşdarvanên Newrozê veqetiyan û bi keviran êrîşî hêzên ewlehiyê yên li kontara Kelha Wanê kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ji bo ku komê bixin bin kontrolê bangî heyeta tertîbê û rayedarê partiyê yên ku beşdarî mitîngê bibûn kirin ku bên herêmê û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Hat dîtin peywirdarên ku hatin vexwendin nekarîn kontrola komê pêk bînin. Komê êrîşên xwe yên bi keviran zêdetir kirin û li ser vê yekê êrîş bi mudaxaleyeke bi kontrol dan rawestandin. Di navbera cihê ku mudaxaleyê komê kirin û cihê mitîngê de 250-300 metro navber heye û bi tu awayî mudaxaleyê beşdarvanên din nekirin. Her wiha di şaxên çapemeniyê de hat îdiakirin ku ji firokeyan gaz hatin avêtin lê ev îdia qetiyen rast nînin. Gaz jî be li firokeyan barkirina cebilxaneyê qedexe ye.
Di encama êrîşên bi keviran ên komê 10 xebatkarên ewlehiyê ji hin cihên xwe birîndar bûn. Bi kontrolên ku li hemû nexweşxaneyên li bajarê me hat dîtin ku ji welatiyan tu kes birîndar nebûye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her wiha dema ku beşdarvanên mitîngê belav dibûn, li navenda bajêr komên biçûk demek kurt kevir avêtin di vê navberê de 3 wesayîtên hêzên ewlehiyê xisar dîtin. Dan zanîn ku bi hemû hûrguliyên xwe ve dê bûyerê ragihînin meqamên edlî.