Yildiz di çarçoveya amadehiyên hilbijartinê de hat Bunyana navçeya Keyseriyê û li vir pirsên rojnamegeran bersivand.
Yildiz li ser pirsa rojnamegerekî ya "Duh êvarê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir, gelo encamên vê hevdîtinê çi ne?" got ku Hewlêr û Bexdayê komîteyek saz kirine û ew jî li benda encama vê komîteyê ne û duh êvarê jî li ser vê mijarê sekinîne.
Yildiz destnîşan kir ku sewqiyata neftê ne tenê meseleya Iraq û Tirkiyeyê ye, ev mesele di eslê xwe bi normalbûna herêmê ve girêdayî ye.
Yildiz diyar kir ku "Iraq yekpare ye" û wiha pê de çû: "Em li dijî Makezagona Iraqê tevnegeriyan e û em di hemû peymanên xwe yên ku me li Bexdayê kir de li gor makezagonê tevgeriyan e. Lê divê Iraq jî 'tiştê heyî' parve bike, nikare 'tiştê tune' parve bike. Armanca hewildanên me ew e ku dahatûyên Iraqê zêde bibe û Iraq ber bi normalbûnê ve biçe. Em bi Birêz Barzanî re li ser vê mijarê hûr û kûr axivîn. Wezîrê Vejen û Neftê jî ligel me bû. Aniha li Ceyhanê hejmara varîlê nefta HKIyê ya ku me hê dernexistiye bazara dinyayê, gihîşt milyonek û 350an. Em vê neftê û ya ku ji Bexdayê tê cuda cuda dikin depoyan. Em her car dibêjin ku em ê bi rayedarên ku wê ji Bexdayê bişînin re tevbigerin û sewqiyata neftê bikin. Dema ku sewqiyat bê kirin teqez rayedarên SOMOyê (Şirketa Nefta Neteweyî ya Iraqê), rayedarên Bexdayê dê li wir bibin. Lewma em behsa nefta Iraqê dikin. Ev neft ya Tirkiyeyê nîne. Em li ser vê mijarê hûr û kûr sekinîn. Em hêvî dikin ku di rojên pêşiya me de birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Şehristanî ango Hewlêr û Bexda dê ji bo vê mijarê bên bal hev."