Fatih Gazioğlu
16 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2019
Li Diyarbekirê îsal hilberîna ceh û genim zêde bû. Diyarbekir di hilberîna genim da li Tirkiyeyê bajarê sêyemîn e.
Li Diyarbekirê îsal cotkar li bendê ne ku ji 3 milyon û 300 hezar dekar erdê milyonek û nîv genim rekolte derkeve. Dîsa ji 428 hezar dekar erdê li bendê ne ku 200 hezar ton jî ceh were berhevkirin.
- "Li gor berê ev 3-4 salên dûmahiyê bi ber û bereket derbas dibe"
Serokê Koordînasyona Odeyên Zîreatê yê Diyarbekirê Cevat Delîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku li herêmê çendî sal bûn ku evqas şilî nebarîbû.
Delîl got ku di hin nebatan de îsal nexweşî derketibû lê cotkaran bilez midaxele kir û bi saya dermankirinê ew pirsgirêk jî çareser kirin û wiha axivî:"Li gor salên borî di hilberîna ceh da rekolteya îsal zêde bû. Ev demeke di hilberîna ceh û genim da cotkarên me kêfxweşin. Ev saleke bi ber û bereket e."
Ji cotkaran Behçet Kaplanê ku li navçeya Bîsmîlê dixebite got ku li ser 2 hezar dekar erdê genim, ceh û nîskan diçîne û wiha axivî:"Şiliya îsal barî ji bo bajarê me bi ber û bereket hat. Ez 60 sale cotkariyê dikim. Ev 3-4 salen dawîn di genim û ceh da em rekolteyeke baş distînin. Şikûr ji Xwedê ra. Min îsal di genim da ji serê dekarê 400 kîlo û di ceh da jî 500 kîlo zêde mehsûl kom kir."