Hüseyin Yıldız
15 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2023
Li Îdirê berhevkirina mişmişa bi navê "şalak" ku nîşaneya erdnîgariyê ya Îdirê hildaye, dest pê kir.
Li bajarê avhewayeke mîkroklîma lê bi tesîr e gelek sewze û fêkî digihêjin û di nav fêkiyan da ya ku herî zêde tên hildan yek jî jê mişmiş in.
Bi qasî du hefte berê li bajêr berhevkirina mişmişan dest pê kir û heta niha bi qasî 45 hezar ton hat berhevkirin.
Li seranserê bajêr 419 hezar 320 darên mişmişan hene û fêkiyên jê tên berhevkirin difiroşin bajarên welêt û îxracî Rûsya û Azerbeycanê jî tên kirin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Îdirê Ozkan Yolcu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Wezaretan di mijara gihandina mişmişê da alîkarî dan û bi saya projeyên ku ew amade dikin va her diçe li bajêr qada darên mişmiş lê tên danîn zêdetir dibin.