Aborî

Reqemên enflasyonê hatin eşkerekirin

Enflasyon di meha sibatê da ji sedî 0,73 zêde bû, enflasyona salane jî bû sedî 10,26

İbrahim Atmaca  | 05.03.2018 - Rojanekırın : 06.03.2018
Reqemên enflasyonê hatin eşkerekirin

Ankara

ANKARA

Endeksa Bihayê Xerîdar (TUFE) di meha sibatê da ji sedî 0,73, Endeksa Bihayê Hilberînerê Xwemalî (YÎ-UFE) ji sedî 2,68 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê xerîdar da ji sedî 10,26, di bihayên hilberînerê xwemalî da ji sedî 13,71 e.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ji meha sibatê pê va dema ku meriv bala xwe bide teqrîba 12 mehan, bihayê xerîdar ji sedî 11,23, bihayên hilberînerê xwemalî ji sedî 15,5 zêde bû. Di mehê da TUFEyê 0,73, YÎ-UFEyê ji sedî 2,68 zêde bû.

TUFE di sibatê da li gor berfanbara par ji sedî 1,76, li gor heman meha par ji sedî 10,26 zêde bû. YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2017an ji sedî 3,69, li gor sibata par jî ji sedî 13,71 zêde bû.

Hêviyên enflasyona meha sibatê ya ekonomîstên ku beşdarî Anketa Hêviya Enflasyonê ya AA Fînansê bûbûn ji sedî 0,52 bû. Li gor vê teqrîbê enlasyona salane ya meha borî ji sedî 10,35 bû û dihat texmînkirin ku ev dakeve ji sedî 10,03yan.

Teqrîba hêviya enflasyona dawiya sala 2018an a ekonomîstan jî wek ji sedî 9,48 hatibû kifşkirin.

Sektora sanayiyê

Di vê navberê da li gor guhertina meha borî ya çar sektorên sanayiyê ango sektora madenkarî û kana kevir ji sedî 1,82, sektora sanayîya hilberînê ji sedî 1,49, sektora ceyran û xazê ji sedî 21,1 û sektora avê ji sedî 0,42 zêde bû.

Di meha sibatê da li gor mehên borî binesektorên wek ceyran û xazê ji sedî 21,1, nefta xam û xaza siruştî ji sedî 7,57, berên dar û mantarê (mobîlya ne tê da) ji sedî 5,71 pêk hatin. Berên kok û nefta rafîneyê jî li gor meha borî ji sedî 1,11 kêm bû.

Li gor senifandina grûbên sanayiya bingeh, di sibatê da mehane herî zêde di malên vejenê da salane di malên areyê da zêdebûn çêbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.