İbrahim Atmaca
27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2018
ANKARA
Rêziknameya otomotîk beşdarbûna BESê guherî, kesên heqê xwe yê derketinê bi kar anîbûn di nav 3 salan da dikarin dîsa tevlî pergalê bibin û wezaret dikare wî qewlî heta 5 salan dirêj bike.
Biryara Serokomar a "Der heqê xebatkarên ku karsazên wan ew otomotîk tevî plana teqawidiyê kirine da li ser usûl û asasan guhertina rêziknameyê" di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Wezareta Xezîne û Maliyeyê hat hildan, kesên heqê xwe yê derketinê bi kar anîbûn di nav 3 salan da dikarin dîsa tevlî pergalê bibin û wezaret dikare wî qewlî heta 5 salan dirêj bike.