"Pakêta Demokratîkbûnê" eşkere bû û hat gotin dê di kamuyê de sergirtin serbest bibe.
Di çarçoveya "Pakêta Demokratîkbûnê" de verastkirina ku di kamuyê de serbestiyê dide sergirtinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û kete rewacê. Dê ji vir pê ve êdî di kamuyê de sergirtin serbest be.
Verastkirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di verastkirinê de hat gotin ku ev verastkirin dê di roja ku hate weşandin pê ve bikeve rewacê. Rê û rêzikên madeya 6emîn de jî behsa kesên mecbur in ku cil û bergên fermî li xwe bikin tê kirin. Der barê vê de jî, hat diyarkirin ku bi tenê hêzên Çekdar ên Tirk, xebatkarên ewlekariyê, hakim û dozger derveyî vê guherînê ne.