DİYARBAKIR
Midûrê Herêma Diyarbekirê yê Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (SÎT) Salih Uras diyar kir ku sala par li gor sala pêrar îxracat li Diyarbekirê ji sedî 19 zêde bû û bû 237 milyon û 86 hezar dolarî, li Rihayê jî ji sedî 40 zêde bû û bû 154 milyon û 171 hezar dolarî.
Uras daneyên îtxalat û îxracata herêma TRC2yê a ku Diyarbekir û Riha tê de ne diyar kir.
Uras qal kir ku li herêmê sala par li gor sala pêrar îtxalat li Diyarbekirê ji sedî 4 zêde bû û bû 66 milyon û 368 hezar dolarî, li Rihayê jî ji sedî 57 zêde bû û bû 318 milyon û 874 hezar dolarî û wiha got: "Li gor daneyan sala par li gor sala pêrar îxracat li Diyarbekirê ji sedî 19 zêde bû û bû 237 milyon û 86 hezar dolarî, li Rihayê jî ji sedî 40 zêde bû û bû 154 milyon û 171 hezar dolarî."