Tirkiyeyê li gor peymana ku îmze kiribû xwest Îran bihayê xaza siruştî piçekî daxe û ji ber vê jî mesele bir Dadgeha Navneteweyî. Midûrê Giştî yê Saziya Xaza Neteweyî ya Îranê Iraqî jî tevgera Tirkiyeyê ji nûçegihana AAyê re nirxand û diyar kir Îranê ji bo 25 salan bi Tirkiyeyê re peymana xaza sirûştî çêkir û wiha dewam kir: "Li gor vê peymanê bêguman mafên qanûnî yên herdu aliyan jî hene. Dibe ku her du alî jî hin tiştan bixwazin. Herdu aliyan dema ku ji bo daxwazên xwe bi hevdîtinan li hev nekirin, wê demê dikarin serî li Dadgehên Tahkîmê ya Navneteweyî jî bidin. Tirkiyeyê ji me xwest ku em bihayê xazê piçekî daxin, lê me hincetên wan qebûl nekir û Tirkiyeyê li ser vê jî mesele bir Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî. Ji niha pê ve dadgeh çi biryarê bide em ê li gor dadgehê tevbigerin. Tê gotin ku ewlehiya xaza siruştî ya ku Tirkiye ji Îranê dikire tuneye. Em van îdiayan qebûl nakin."
Iraqî bertek nîşanî tevgerê da û wiha pê de çû: "Bi saya binesaziyên me yên saxlem, ji dema ku av û ceyran hatin birîn bigrin heta demên ku hewa sar bû, di şandina xaza siruştî de tu pirsgirêk derneket. Ji ber vê jî em îdiayên ku Tirkiye dibêje tu ewlehiya xaza siruştî ya Îranê tuneye qebûl nakin. Em wisa dibînin ku ev îdia ji bo ku bihayê xazê daxin tên gotin."
Iraqî da zanîn ku binesaziya wan ji bo şandina xazê bi ewle ye, Tirkiye jî dê bi wan îdiayên xwe nikaribe tu tiştekî bike û wiha dewam kir: "Tu niyeteke me ya ku em ê li dadgehê bihayê xazê daxin tuneye û em ê helwesta xwe biparêzin."
Iraqî, dest nîşan kir ku Tirkiye dixwaze di pêşerojê de ji Îranê zêdetir xaza siruştî bistîne û ji bo vê jî hin hevdîtin tên kirin. Heke lihevkirin çêbibe, dibe ku wê demê daxistina bihayê bikeve rojevê.