Hülya Ömür Uylaş
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 29 Tebax 2023
Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli ragihand, îsal miqdara berhemên ji hêla Ofîsa Mehsûlên Axê (TMO) hatin kirîn ji 10 milyon tonî derbas bû û gihîşt miqdara herî bilind a hemû deman.
Wezîr Yumakli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê berhemên TMOyê kirîn da agahî da.
Yumakli wiha got, "Di 2023yan da miqdara berhemên TMOyê kirîne ji 10 milyon tonî derbas bû û bû rekora hemû wextan. Me 40,5 milyar lire berdêla berheman da hilberîneran. Heya berhemên cotkarên me biqedin, wergirtina me ya dexil dê bidome."