Mehmet Niyazi Deniz
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 31 Tebax 2023
Li Sêrtê seba hilberînerên koçer di çarçoveya "Projeya Alîkariya Seba Koçeran" da piştgiriya hîbeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, bi hevkariya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê û her wiha Yekîtiya Nêrî û Beranên Fela ya Sêrtê projeya hevpar hat meşandin.
Di çarçoveya projeyê da ji bo 6 hilberîneran bi beramberî 513 hezar lireyî ji sedî 70 hîbe, konê jiyanê yê 50 metrekare û panela enerjiya tavê ya 200 wattî hatin dayîn.