Türkan Tosun
18 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 67,25 dolarî tê firotin.
Warêla nefta brent roja înê bi 67,18 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 67,69 dolaran zêde bûbû. Îro jî warêla nefta brent bi 67,07 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.33an pê va ji sedî 0,26 zêde bû û derkete 67,25 dolarî. Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 58,54 dolarî hat firotin.
Ji ber ku Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û Rûsyayê biryar dan hilberînê kêm bikin, mueyîdeyên Amerîkayê yên li hemberî Îran û Venezuelayê bû sedem ku bihayê neftê kêm nebe.