Haydar Şahin
26 Adar 2019•Rojanekirin: 26 Adar 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 67,16 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 66,77 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 67,47 dolaran zêde bûbû. Îro jî warêla petrola brent bi 67,19 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.29an pê va ji sedî 0,04 kêm bû û dakete 67,16 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 59,14 dolarî hat firotin.
Ji ber ku Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û biryar dan hilberînê kêm bikin, mueyîdeyên Amerîkayê dan ser Îran û Venezuelayê bihayê neftê zêde dibe.
Li gor pisporan hêdîbûna aboriya ya li Asya, Ewropa û Amerîkaya Başûr nîşan dide ku zêdebûna bihayê petrolê ew ê dewam neke.