Haydar Şahin
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
ANKARA
Li DYAyê ji ber ku stoqa pêtrola xam kêm bû û li Iraqê ragêşî jî derke warêla pêtrola brent bi 58,17 dolarî tê firotin.
Do warêla pêtrola brent bi 58,13 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 58,52 dolarî. Îro ber destê sibê jî warêla pêtrola brent bi 58,20 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.10î pê va ji sedî 0,05 kêm bû û dakete 58,17 dolarî.
Di heman demê da li Teksasa Rojava warêla pêtrola xam bi 52,03 dolarî hat firotin.
Li DYAyê stoqa pêtrola xam kêm bû, di navbera hikûmeta navendî û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da ragêşî derket û Çîn ji berê zêdetir pêtrolê dixwaze ji ber vê bihayê petrolê zêde dibe.