Haydar Şahin
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
BEXDA
Rêveberiya Iraqê bangî Brîtîsh Petroleuma (BP) saziya Ingiltereyê kir ku xebatên li ser bîrên petrola Kerkûkê pêşde bibe.
Di daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê da wiha hat ragihandin: "Em bangî BPya saziya petrolê ya Ingiltereyê dikin ku der barê bîrên petrola Kerkûkê da demildest planan amade bike."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku heqê hikûmetê heye ku hemû bîrên petrolê yên li welêt pêşde bibe.
Hêzên hikûmeta navendî kontrola bîrên petrola Kerkûkê yên di destê Pêşmerge de paşde stendin.