Enes Duran
01 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Tebax 2023
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmlek bi nûnerên sektora reel ra hat bal hev, pirsgirêkên wan guhdarî kir û der barê geşedanên dawîn yên aboriyê da axivî.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, Wezîr Şîmşek û Seroka Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkan bi nûnerên sektora reel ra hatin bal hev ku di nav wan da Serokê TOBBê Rifat Hîsarciklioglu û Serokê Yekîtiya Bankayên Navendî Alpaslan Çakar jî heye.
Şîmşek û nûner li Wezaretê hatin bal hev û der barê geşedanên dawîn yên aboriyê da axivîn.
Hîsarciklioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê hevdîtinê da wiha got: "Em bi serokatiya Wezîrê me yê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek û Seroka Bankaya me ya Navendî ya Komara Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê hatin bal hev. Em der barê polîtîkayên makroaboriyê yên nû da axivîn. Me daxwaz û hêviyên xwe yên sektora me ya reel ji wan ra got."