Deniz Çiçek Palabıyık
29 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2024
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek ji bo beşdariya Konferansa "Future Investment Initiative" a ku çalakiya herî giring a Erebistana Siûdî ya li ser asta kurewî ye û îsal ji bo cara 8emîn tê lidarxistin, çû Riyadê.
Li gorî agahiya peyamnêrê AAyê ji Wezareta Xezîne û Darayiyê wergirt, Şimşek di çarçoveya hevdîtinên di heman rojê da dê bi Wezîrê Dewletê yê Qraltiya Yekbûyî yê Berpirsê Polîtîkayên Bazirganiyê û Ewlehiya Aboriyê Douglas Garven Alexander, Wezîrê Bazirganiya Hindistanê Piyush Goyal û Wezîrê Darayî û Aboriya Neteweyî yê Behreynê Şêx Selman bin Xelîfe ra were cem hev.
Şimşek her wiha dê di Konferansa "Future Investment Initiative" da ya ku çalakiya herî giring a welêt a li ser asta kurewî ye û îsal ji bo cara 8emîn tê lidarxistin, axaftinekê jî bike.
Tevî Şimşek, wezîrên ji Erebistana Siûdî, Hindistan û Qraltiya Yekbûyî û her wiha Serokê Saziya Fînansê ya Navneteweyî Makhtar Diop jî dê di konferansê da cih bigirin.
Wezîr Şimşek di çarçoveya hevdîtinên li Riyadê da her wisa dê beşdariya civînên veberhêneran jî bike.