Aborî

Îxrackirina qeysiyên qaxkirî nêzî 300 milyon dolarî bû

Orhan Yoldaş  | 15.10.2024 - Rojanekırın : 26.10.2024
Îxrackirina qeysiyên qaxkirî nêzî 300 milyon dolarî bû

Malatya

Ji Tirkiyeyê di nava 9 mehan da bihayê 286 milyon û 913 hezar dolarî qeysiyên Meletiyê hatin îxrackirin.

Qeysiyên Meletiyê ku ji berên tescîlkirî yên Yekîtiya Ewropayê yek e, di meha îlonê da 8 hezar û 928 hezar ton hat îxrackirin.

Kesên ku îxracatê dikin, di 9 mehên salê da 50 hezar û 919 ton qeysî firotin û 286 milyon û 913 hezar dolar dowîz bi welêt dan qezenckirin. Hilberîneran di heman dema par da 50 hezar û 777 ton qeysî hat îxrackirin û 290 milyon dolar dahat bi dest xist.

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ji nûçegihanê AAyê ra got ku îxrackirina qeysiyên qaxkirî piştgiriyeke girîng dide aboriya bajêr.

Ozcan îxracata îsal li gor heman dema par zêde bû û ev jî nîşan dide ku di cotmehê de îxracat wê zêdetir çêbibe û wiha dewam kir, "Me di 9 mehên salê da 50 hezar û 919 ton qeysî firotin û 286 milyon û 913 hezar dolar bi dest xist. Em plan dikin ku heta dawiya salê 80 hezar ton qeysiyên qaxkirî îxrac bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.