Erhan Cihan Ünal
10 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2024
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha tebaxê da li gorî meha berê 0,3 puan kêm bû û bû ji sedî 8,5. Di vê heyamê da hejmara bêkaran wek 3 milyon û 55 hezar hat qeydkirin.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a meha tebaxê eşkere kir.
Li gor vê, li tevahiya Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ku temenê wan ji 15yan mezintir in di tebaxê da li gor mehek berê 89 hezar kes kêm bû û bû 3 milyon û 55 hezar.
Rêjeya bêkariyê li gor mehek berê 0,3 puan kêm bû û bû ji sedî 8,5.
Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par jî 0,7 puan kêm bû.