07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
HATAY
Di 15emîn Rojên Mitfaqê ya Navneteweyî ya ku bi hevkariya Federasyona Nanpêj û Şefan a Tirkiyeyê û World Association of Chefs Societiesê va li Stenblê bi beşdariya 2 hezar nanpêjên ji 22 welatan va hat lidarxistin da nanpêjê ji Hatayê Abdulcelîl Erkan bi kibaba kaxid, birinca keşûrê û helewa îrmikê bipenêr ku xwarinên herêmî ne, madalyon qazanc kir.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Mezin a Hatayê, di Rojên Mitfaqê ku li Navenda Kongreya TUYAPê ya li Beylîkduzuya Stenbolê di 2-5ê Sibatê da hat lidarxistin da beşdar di 70 kategoriyî da ketin hevrikê.
Perseonelê Şaredariya Mezin a Hatayê nanpêj Abdulcelîl Erkan ku beşdarî Rojên Mitfaqê bû, di kategoriya "Pêşbaziya Xurekê Sereke yê Pratîk ê Takekesî" da bi kibaba kaxid û birinca keşûrê va bû duyemînê dinyayê û madalyona zîv, di kategoriya "Pêşbirka Şêraniyên Pratîk a Takeksî" da jî bi helewa îrmikê bipenêr va bû sêyemînê dinyayê û madalyona bronz qazanc kir.