Li Adiyamanê miteşebiseke jin, bûkên bi cil û bergên herêmê yên bi navê 'Bûka Besê' çêdike û van bûkan dişîne Fransa, Amerîka û Almanya û Japonyayê ku bên firotin.
Karsaz Zahîde Dûrmaz, 'Bûka Besê' wek şiklê dapîra xwe amade dike û wan bi têlên textîn, boyaxa kokê û qumaşên hevrişim ve çêdike.
Dûrmaz, nûçegihanê AAyê re diyar kir ku ev bûk bi temamî keda destan ve tê çêkirin û ev 17 salin ku him li welêt û him jî li derveyî welêt ev bûk tên firotin.
Dûrmaz, qala destpêkirina karên çêkirina 'bûka besê' kir û got ku projeya xwe ya bi navê "Bûka Besê mezin dibe" pêşkeşî Ajansa Pêşketin a Rêya Hevrişim kir û ev projeya wê hat qebûlkirin. Bi vî awayî makîne û alavên xwe nû kir û dest bi xebatên xwe kir.
Dûrmaz diyar kir ku cil û bergên bûkê li gor Adiyamanê ye û her sal li derveyî welêt zêdetir tê firotin û wiha axivî: "Di çêkirina bûkan de 50 jin dixebitin. Baweriya jinên me bi wan heye. Bila huner û wêrekiya xwe bikar bînin û karsaziyê bikin."