Li herême, di sermaya hişk a ku 40 rojan dewam dike û bi navê "Zehmetiya Mezin" tê zanîn de welatî vê lîstikê dilîzin. Gundî wisa bawer dikin ku ev kevneşopî mizgîniya biharê ya ku bi zayîna karikan ve dest pê dike ye.
Bi vê lîstikê ve gundî kevneşopiyên bav û kalên xwe didomîn in. Di lîstikê de Kose cil û bergên xwe yên bi gîhayê ve hatiye çêkirin li xwe dike û bi jina xwe re mal bi mal diger e. Kose ji malan arvan, şekir, rûn, zad û zexire berhev dik e.
Ji aliyê din ve ciwanên gund jî hewl didin ku jina Kose, zad û zaxireyên ku Kose berhev kiriye birevînin û listikê xweş bikin. Piştî ku Kose û jina wî li hemû malan digerin rûn û arvan berhev dikin, bi wan tiştan ve helawê çê dikin û li gundiyan belav dikin.