11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
NABLUS
Li Nablusa bajarê Şerîaya Rojavayê cihûyên samîrî yên li dorbera Çiyayê Gerîzimê dijîn, bi qurbanên serjê kirin dest bi pîrozkirina Cejna Pesahê kirin.
Cihûyên samîrî wexta roj çû ava bi xwendina ayetên ji Tewratê dest bi îbadetê kirin û dema roj bi temamî çû ava jî 53 mîh serjê kirin û derketina xwe ya ji Misrê pîroz kirin.
Samîrî li dinyayê wek civaka herî biçûk a dînî tê qebûlkirin.
Haham Husnu es-Samîriyê ji alimên dînî yên samîriyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê Cejna Pesahê da wiha got: "Ji bo cihû ji zilma Fîrewn xilas bûn û pîrozkirina Cejna Pesahê me qurban serjê kirin."
Es-Samîrî destnîşan kir samîrî cihûyên rastîn in û wiha xeberda: "Em li pey Hz. Musa diçin. Cejna Pesahê pîroz dikin û ji bo bav û kalên me 40 sal li Sînayê digerin dawiya rojê da em gihayeke tehl dixwin."
Samîrî ji cihûyên din cuda ne, qurban serjê dikin û qurbanên xwe di bîrên agir da dişewitînin. Samîrî li dorbera Çiyayê Gerîzimê yê pîroz qebûl dikin dijîn. Samîrî fesên sor didin serê xwe û bi cil û bergên sipî yên dirêj cejna xwe pîroz dikin.
Di Cejna Pesahê da samîrî ji cihûyên din cudatir qurban didin.
Samîrî hefteya bê beriya roj derkeve wê hilkişin Çiyayê Gerîzimê û cejna wan bi dawî bibe.