Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû ji bo cihûyên ku li welatên Ewropayê dijîn û rastî antîsemîtîzmê tên, koçî Îsrailê bikin, got ku vê hefteyê ekîbeke taybet ku ji wezîran pêk tê, wê bicive.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa çapemeniyê ya serokwezîriyê hat dayîn, Netanyahû wiha got: "Ez ji hemû cihûyên li Ewropayê dijîn re dibêjim ku Îsraîl ne tenê hêla qibleya we ye, mala we ye jî. Vê hefteyê ekîbeke taybet ku ji wezîran pêk tê, ji bo ku cihûyên li Fransa û welatên din ên Ewropayê ne koçî Îsraîlê bikin, wê bicivin."
Hejmara cihûyên ku ji ber sedemên cur be cur koçî Îsraîlê kirin, di 2014an de derket 26 hezar û 500î. Herî zêde cihûyên Fransayê koçî Îsraîlê kirin.
Ajansa Cihûyan ya Îsraîlê û Wezareta Koçberên Îsraîlê di roja dawiya 2014an de daxuyanî dan û li gor daxuyaniyê di 10 salên dawiyê de gelek cihûyan koçî Îsraîlê kir. Herî zêde cihûyên Fransayê koçî Îsraîlê kirin. Di sala 2015an de dîsa dora 10 hezaran cihûyên li Fransayê tê hêvîkirin ku koçî Îsraîlê bikin. Di salên berê de teqrîbî 20 hezar cihû koçî Îsraîlê dikirin.
Li gor raporê ji ber qeyrana Ukrayna û Rûsyayê jî hejmara cihûyên ku ji Ukraynayê koçî Îsraîlê kirin jî li gor par sê qat zêde bû û derket 5 hezar û 840 kesî.
Hejmara koçberên cihû yên ku ji Fransayê hatin Îsraîlê jî nêzî 7 hezaran e. Par jî 3 hezar û 500 kesî koç kiribû. Ji bilî Fransa û Rûsyayê herî zêde cihûyên Îngilistan, Îtalya, Belçîka û Almanyayê koç dikin. Cihûyên ku ji Kafkasya û Asyaya Navîn jî koç dikin dora 700 kesî ne.
Emrê cihûyên ku tên Îsraîlê bin 35an re ye. 5 hezaar û 300 kes jî zarok in. Pîşeyên kesên ku tên endezyar, bijîşk, civaknas e.
Di sala 2014an de nifûsa Îsraîlê ji 8 milyonî zêdetir bû.